Avakirina pergaleke parastina axê û perwerdekirina yedekvanan di nav armancên me yên herî girîng de ne: Papîkyan

Avakirina sîstêma parastina axê û perwerdekirina yedekvanan di nav armancên herî girîng yên wezîreta parastinê de ne.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan vîdyoya ku li ser rûpela xwe ya Facebook ê hatîye weşandin, ragîhandîye.
Wezîr destnîşan kirîye ku tetbîqatên perwerdeyê ne tenê ji bo yedek, lê di heman demê de ji bo leşkerên di erkê çalak de jî girîng in û dihêle ku ew bêtir bala xwe bidin amadekarîya şer.
“Kesên ku haydar in zanin ku dema her welatek bi dijwarî yan rewşeke şer re rû bi rû dimîne, seferberî dest pê dibe. Wê demê de, bê guman hêzên çekdar yên çalak girîng in û roleke mezin dilîzin, lê potênsîyala sereke ya artêşê dibe hêza yedek”.
Li gorî wî, tam ji ber vê yekê pêwîst e ku meriv bi hemû berpirsîyarîyê nêzîkî civînên perwerdeyê bibe, ji wan dûr nekeve û bi awayekî çalak beşdar bibe.
Wezîrê parastinê tekez kirîye ku erkê şer ê 14 rojî ne tenê erkê yedek e, lê di heman demê de demek e ku dihêle leşkerên profêsîyonal ji bo demeke dirêj beşdarî perwerdehîya şer bibin.







