
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragîhandîye ku ew rêkeftina navbera Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) û hukumeta Şamê erênî dibînin û daxwaz kirîye ku mafên gelê kurd di destûra Sûryayê de bên çespandin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî merasîma bibîranîna şehîdên 1 ê sibatê ya li Hewlêrê ji rojnamegeran re axivîye û derbarê pêşhatên dawî yên Sûryayê û sîyaseta herêmê de daxuyanî daye.
Barzanî dîyar kirîye ku ew piştevanîya tam didin pêvajoya dîyalogê ya di navbera HSD ê û birêvebirîya Şamê de.
“Serok Barzanî rola sereke lîstîye”
Serokwezîr Barzanî bal kişandîye ser agirbest û pêvajoya lihevkirinê ya li Sûryayê û amaje bi rola serok Mesûd Barzanî ya di vê pêvajoyê de kirîye û gotîye:
“Cenabê serok Mesûd Barzanî, di pêvajoya agirbest û rêkeftinê de roleke sereke lîstîye.
Ev hîn rêkeftineke destpêkê ye, hêvîya me ew e ku ev lihevkirin berfireh bibe, aşîtî û aramî mayînda bibe”.
Barzanî her wiha destnîşan kirîye ku li Sûryayê di qonaxa nû de gihîştina gelê kurd ya statûyeke yasayî û destûrî, wê di berjewendîya hemû alîyan de be.
Hukumeta Îraqê û hilbijartina serokkomar
Mesrûr Barzanî di heqê pêvajoya pêkanîna hukumeta Îraqê û nîqaşên li ser hilbijartina serokkomar de jî axivîye û dîyarîye kirîye ku di navbera Bexdayê û Hewlêrê de hîn rêkeftineke şênber nehatîye kirin û li pey çûye:
“Heta niha (ji bo hukumeta Îraqê) rêkeftina dawî nehatîye kirin.
Em çaverê ne ku şande ji Bexdayê bên û li gel cenabê serok Mesûd Barzanî bicivin. Tiştê di berjewendîya gelê me de be, em dê wê biryarê bidin”.
“Divê rêz li encamên hilbijartinan bê girtin”
Divê bê gotin ku salek di ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê re derbaz bûye lê kabîneya nû nehatîye avakirin.
Barzanî bersiv daye rexneyên li ser vê mijarê û bilandîye:
“Me ji destpêkê ve gotîye ku divê rêz li îradeya gel û encamên hilbijartinan bê girtin.
Nêrîna PDK ê dîyar e, divê kabîneya hukumetê li ser bingeha encamên hilbijartinan bê pêkanîn. Em vê helwesta xwe didomînin”.
Serokwezîr Barzanî di çarçoveya merasîmê de gul danîye ber abîdeya şehîdên 1 ê sibatê û bal kişandîye ser girîngîya meşrûyeta dêmokratîk ya ji bo yekîtî û paşeroja Kurdistanê.







