Em li ser mijara ênêrjîya atomî bi çend hevkarên xwe re dîyalogê dikin

Xebata lêkolîn û nirxandina beşa aborî ya pêşnûmeya peymana TRIPP ê dest pê kirîye û piştra em ê bibînin ka hevkarîya bi Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî re di warê ênêrjîya atomî de çawa pêş dikeve.Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li hukumetê ya ku 11 ê sibatê hatîye lidarxistin hatîye ragîhandin.
“Em li ser vê mijarê bi çend hevkarên xwe re dîyalogê dikin û biryar wê li gorî projeya ku herî baş li gorî berjewendîyên Ermenîstanê ye bê dayîn”,- ewî destnîşan kirîye. Li gorî wî, rojên pêş de Ermenîstan wê şîroveyên xwe yên li ser reşnivîsa peymana di çarçoveya TRIPP ê de ji hevkarên xwe yên amêrîkî re ragihîne.
Paşînyan zêde kirîye ku proje wê li ser bingeha plana çalakîyê ya pejirandî be, ku ew jî li ser bingeha daxuyanîya 8 ê tebaxê ye.
Ewî bi bîr xistîye ku li Hrazdanê xebat ji bo avakirina navendeke îstîxbarata sûnî didomin û rêjeya veberhênanan di çarçoveya peymanan de dikare bigihîje 4 mîlyard dolarî.







