H’emû nûçeSereke

Ermenîstan û Îran ji bo îmzekirina peymana hevkarîya stratêjîk danûstandinan dikin

Ermenîstan û Îran ji bo îmzekirina belgeya hevkarîya stratêjîk danûstandinan dikin. Bi ragîhandina «Armenpress» ê derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê  hevpeyvîna  bi rojnamevanan re elam kirîye.

“Em li ser rêkeftineke muhtemel nîqaşan dikin û danûstandinan dikin. Dema ku danûstandinên li ser rêkeftinê bi serkeftî biqedin, bê guman divê piştî wê bê îmzekirin”.

Serokwezîr dîyar kirîye ku hîn demeke dîyarkirî ji bo îmzekirina peymanê nîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button