Komîsara berfirehkirina Yekîtîya Avropayê Marta Kos wê serdana Ermenîstanê bike

Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan şanda bi serokatîya serokê rêveberîya giştî ya berfirehkirin û sîyaseta cîrantîya Rojhilatê ya komîsyona Avropayê, Gêrt Yan Kûpman, qebûl kirîye.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda hukumeta Ermenîstanê derbarê vê yekê de daxuyanîyek belav kirîye.
Rêveberê cînartîya rojhilatê û qewînkirina sazûmanî li rêveberîya giştî ya danûstandinên cînartîyê û berfirehkirinê ya komîsyona Avropayê Adrîên Kîral û serokê dêlêgasîyona Yekîtîya Avropayê ya li Ermenîstanê balyoz Vasîlîs Maragos jî beşdarî civînê bûne.
Civînê de mijarên têkildarî pêkanîna rojeva stratêjîk ya hevkarîya Ermenîstanê-Yekîtîya Avropayê hatine niqaşkirin, bi taybetî jî girîngîya pêkanîna tevahî ya peymana hevkarîya Yekîtîya Avropayê.
Mihêr Grîgoryan û Gêrt Yan Kûpman her wiha li ser bernameyên girêdana herêmî nêrînên xwe parve kirine, behsa înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” kirine. Hevpeyvîneran her wiha li ser xebata hevbeş ya ku di çarçoveya plana aborî û veberhênanê de tê meşandin niqaş kirine.
Berîya serdana komîsara berfirehkirina Yekîtîya Avropayê Marta Kosê û civîna bilind ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê, alî li hev kirine ku xebata li ser destnîşankirina destpêşxerîyên nû yên gengaz ji bo hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê bidomînin.







