H’emû nûçeSereke

Ermenîstan li Kafkasîyayê dibe namzedê yekem ji bo sernavê “Herêma cîhanî ya gastronomîyê 2028”

Bi saya parastina mîrata çandî ya gastronomîk, pêşkeftina domdar ya axê û berxwedana aborî ya li ser bingeha civakê, Ermenîstan wek namzetek ji bo xelata sala 2028 a tevlî platforma “Herêma gastronomîyê ya cîhanê” bûye.

Ermenîstan yekem welat e ji herêma Qafkasyayê ku ji bo vê naskirina navneteweyî serlêdan dike, ku ji hêla înstîtûta navneteweyî ya gastronomî, çand, huner û tûrîzmê  ve tê hevrêzkirin. Bi tevlêbûna platformê, Ermenîstan dibe beşek ji toreke gerdûnî ya herêman ku xwarin û gastronomîyê wek ajokarên bihêz yên avakirina nasnameyê, hevgirtina civakî, perwerdehîyê û tûrîzma berpirsîyar dibînin.Wek namzetek ji bo “Herêma cîhanî ya gastronomîyê 2028”, Ermenîstan soz dide ku bi herêmên din yên platformê re hevkarîyê bike da ku pergalên xwarinê yên domdar pêşve bibe, zincîrên nirxên herêmî xurt bike, piştgirîya perwerdehîya xwarinê û lêkolînê bike, ciwanan û sêktorên efirîner bihêz bike û gastronomîyê wek amûrek ji bo dîyaloga navçandî û pêşkeftina berfireh bi cîh bike.

Namzetîya Ermenîstanê mîrata wê ya xwarinçêkirinê, ku ji hêla hezar salan zanîna çandinîyê, pêyzajên cîhêreng û kevneşopîyên xwarinê yên kûr ve hatîye şekildan, nîşan dide. Ji têrorên çîyayî û malzemeyên kovî bigire heya çanda nanpêjandinê, têknîkên parastinê, rê û resmên mêvanperwerîyê û xwarinên cejinê, gastronomîya ermenî girêdana xurt ya di navbera erd, çand û civakê de temsîl dike. Ev kevneşopîyên xwarinê di debara gundan, veguhestina zanînê ji nifşekî bo nifşekî û parastina nasnameya herêmî de roleke girîng dilîzin.

Namzet ji hêla toreke cîhêreng û hevkar ya beşdaran ve tê piştgirî kirin, ku pisporîyê ji warên çalakvanîya jîngehê, rêveberîya herêmî, geştîyarîyê, perwerdehîyê û mêvanperwerîyê tîne cem hev.

Bi tevlêbûna platforma “Herêma cîhanî ya gastronomîyê”, Ermenîstan vîzyoneke pêşverû pêşkêş dike ku gastronomîyê ne tenê wekî mîratek, lê wekî pergaleke zindî dibîne ku dikare bersivê bide pirsgirêkên hemdem yên domdarî, perwerdehî û hevgirtina axê.Namzetîya sala 2028 a platformeke navneteweyî peyda dike da ku çanda xwarinê ya dewlemend ya Ermenîstanê, efirînerî û pabendbûna wê ya ji bo avakirina pergalên xwarinê yên domdar, berfireh û pêşerojê nîşan bide, di heman demê de hevkarîya di navbera sazîyan, civakan û sêktora gastronomîyê de xurt bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button