SerekeSîyasî

Îro Îran ji Ermenîstanê çi hêvî dike? balyoz Şîrgolamî  raber dike

Îran di demên dijwar de ji dost û xizmên xwe piştgirî û hevkarîyê hêvî dike û Ermenîstan û Îran dostên sedsalan in.

Balyozê Komara Îranêye Îslamîyî li Ermenîstanê  Xelîl Şîrgolamî, li civîna çapemenîyê de gotîye.

Balyoz gotîye: “Dawîyê de, hemû rojên dijwar derbaz dibin, lê em li kêleka hev in û her tim piştgirîyê didin hev. Ez ji bo hemû gotinên sersaxî û piştgirîyê yên ku heta niha hatine gotin, spasî û teqdîra xwe dîyar dikim”.

Derbarê têkilîyên bi Adirbêcanê re, bi berçavgirtina têkilîyên wî welatî bi Îsrayêlê re, balyoz tekez kirîye ku Adirbêcan jî welatekî cînar e û Tehrana fermî dixwaze bi hemû cînaran re têkilîyên baş hebin.

Dîplomatê îranî destnîşan kirîye: “Heger li her derê hin hêmanên dijî Îranê hebin, divê ew bên kontrolkirin û birêvebirin da ku têkilîyên di navbera her du welatan de pirsgirêk çênebin. Heta ku em bikaribin bi vî rengî rêberîya me bikin, ew dostî û hevaltî wê berdewam bibe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button