H’emû nûçeSereke

Rêjêya mezinbûna aborîya Ermenîstanê  sala 2025 a de wê yek ji baştirînên cîhanê be:Papoyan

TRIPP ne tenê li ser Syûnîkê, lê di heman demê de li ser Komara Ermenîstanê jî bandoreke pir mezin û erênî dike, bi avakirina aşîtîyê, ji ber ku bi saya vê projeyê ye ku piştî 8 ê tebaxê aşîtî li welatê me hatîye damezrandin.Derheqa wê yekêda wezîrê aborîyê Gêvorg Papoyan di dema rûniştina pirs û bersivan ya meclîsa neteweyî-hukumetê de gotîye, dema ku bersiva pirsa bandora projeya TRIPP ê li ser herêma Syûnîkê daye.

“Bê guman, em hîn jî hewce ne ku aşîtîyê saz bikin, qewîn bikin, lê di heman demê de di encama polîtîkayên me de ye ku ji du salan zêdetir e me di şert û mercên şer de li ser sînorên welatê xwe tu qurbanî çênebûne”,-ewî gotîye.

Bi saya TRIPP ê, li gorî Papoyan, veberhênan ji niha ve li welêt hene. Sala 2025 a bi nîşaneyên baş hatîye kurtkirin: mezinbûna aborî ya 7,2 hejmar wê di demek nêzîk de bên weşandin. Li gorî wezîr, îndêksa mezinbûna aborî ya Ermenîstanê wê yek ji baştirînên cîhanê be û hejmara welatên ku mezinbûna aborî ji Ermenîstanê bilindtir e ne pir mezin e. Sala 2026 a jî baş dest pê kirîye. Meha çile de, çalakîya aborî  7,6  selef bûye.

“Bûyerên jêopolîtîk li cîhanê diqewimin, ku bandora me li ser wan sînordar e. Lê em hêvî dikin ku her tişt bi çareserîyeke aşîtîyê çêbibe û em ê ne tenê sala 2026 a de, lê di salên pêş de jî, bi leza xwe ya baş ya aborî ya ku me destnîşan kirîye, bidomînin”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button