Avropa Ermenîstanê wek dost dibîne: seroka parlamênta Avropayê

Parlamênta Avropayê û parlamênta Ermenîstanê wê nêzîkbûna Ermenîstanê bi Yekîtîya Avropayê de roleke pêşeng bilîzin.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, seroka parlamênta Avropayê Robêrta Mêsolayê dema civîna çapemenîyê ya hevbeş de bi serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re li Strasbûrgê, ev bawerî anîye ziman.
“Dema ku Avropa li Ermenîstanê dinêre, dostekê dibîne. Ez hêvî dikim ku dema Ermenîstan li Avropayê dinhêre, hevkar û hevalbendekê dibîne”,- Mêsolayê gotîye.
Ewê tekez kirîye ku di bin serokatîya Nîkol Paşînyan de, ji civîna berê ya civaka sîyasî ya avropî vir ve, di têkilîyên Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê de destkeftîyên mezin çêbûne. Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanê li ser rojeveke stratêjîk ya nû li hev kirine. Li gorî Mêsolayê, ev gav wê beşdarî rêformên dêmokratîk li Ermenîstanê bibe, berxwedana aborî ya welêt qewîn bike, serwêrîya hiqûqê qewîn bike û hevkarîya dualî di sêktora ewlehîyê de kûrtir bike. Konsêya Avropayê her wiha pêşwazîya wê yekê dike ku plana çalekîyê ya lîbêralîzasyona vîzayê raberî Ermenîstanê hatîye kirin.
“Ev hemû beşdarî armanca hevpar ya Avropayê ya qewînkirina hevkarîya me di warên cûre-cûr de dibe. Û ez piştrast im ku parlamêntên me wê nêzîkbûna Ermenîstanê bi yekîtîya me de roleke pêşeng bilîzin”,- seroka konsêya Avropayê gotîye.
Ewê her wiha gotîye ku ew li bendê ne ku niqaşên ku hefteya bê di çarçoveya civîna komîtêya hevkarîya parlamêntê ya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê de pêk bên, berdewam bikin.
Seroka konsêya Avropayê her wiha gotîye ku ew li benda civîna bilind ya civaka sîyasî ya Avropayê ne, ku wê di destpêka gulanê de li Yêrêvanê bê lidarxistin.Mêsolayê destnîşan kirîye ku ew ê wan rojan de li Yêrêvanê be da ku beşdarî civîna bilind bibe.







