SerekeSîyasî

Rûsya hewl dide bi rêya mîlyarderên ermenî li Ermenîstanê darbeyekê bike: Anahît Adamyan

Endama konsêya sîyasî ya partîya “Komar” ê Anahît Adamyan bi Factor TV  ê re li ser hilbijartinên parlamêntê yên pêşerojê, rewşa heyî ya hêzên alîgirê Rojavayê, destwerdana der û vîzyona partîyê ji bo pêşeroja Ermenîstanê axivîye.

Anahît Adamyanê di bersiva pirsa gelo partîya “Komar” ê ji ber rêjeya xwe ya kêm natirse ku ew ê di parlamêntê de cîh negire, daye û gotîye: “Tu tirseke me tune. Bi tu encaman me netirsînin.”

Li gorî wê, anketên sosyolojîk yên hatine weşandin wêneyê rastîn nîşan nadin û armancên sîyasî dişopînin. “Ev ankêt tenê ji bo bandorkirina raya giştî ne, ango ankêt bi xwe dibin amûreke propagandayê.Ankêta rastîn ya van hemû ankêtan wê 7 ê hezîranê de be. Ew ê anketeke rastîn û bersiveke rastîn be”,-ewê destnîşan kirîye û hilbijartinên encûmena Yêrêvanê yên berê wek mînak nîşan daye, dema ku partîya wan, li şûna 1 selefî, 11.3 selef dengan berhev kirîye.

“Heger  peymana sîvîl biryar dabe ku divê qanûneke wisa qebûl bike, çi rê li ber parlamêntê yan hukumetê girtîye ku bi înîsîyatîveke qanûnî derkevin pêş? Û çawa qewimî ku cara yekem li  parlamênta Komara Ermenîstanê qanûneke bi înîsîyatîva gel hatîye pejirandin, heger ev rojeva  peymana sîvîl bû?.Bo nimûne, çi rê li ber pêşkêşkirina serlêdana endametîya Yekîtîya Avropayê girt? Çi rê li ber wê girt ku heft salan, hema  heyşt salan, hemî şertên SEPA bicîh bîne, heger bi rastî ev rojeva peymana sîvîl bûya”,- axaftvan pirsîye.

Li gorî wê, Rûsya, ji ber pirsgirêkên aborî, hewl dide ku bi rêya ermenîyên mîlyardêr armancên xwe li Ermenîstanê bi dest bixe. “Bi destên ermenîyên dewlemend, ji ber ku dema ew destê xwe dixin bêrîkên xwe, pêtrodolarên berê, dolarên gazê îdî di bêrîkên wan de deng dernakevin”,-ewê şîrove kirîye.

“Bila em fêm bikin, belê? Kê dixapînin? Ma daxuyanîyên Salavyov û Dûgîn tiştekî wateyê didin? Ma sînîzma Zaxarovayê tiştekî wateyê dide? Tepeserkirin tê çi wateyê? Heger wî welatî ji bo vegerandina bandora xwe li hemû dewletên piştî Sovyêtê ji sibê heta êvarê xwe danîye? Di çarçoveya wî şerê hîbrîd de, Samvêl Karapetyan li Komara Ermenîstanê xuya bû dema ku Rûbên Vardanyan têk çûbû.” Li gorî wê, Rûsya, ji ber pirsgirêkên aborî, hewl dide ku bi rêya ermenîyên mîlyardêr armancên xwe li Ermenîstanê bi dest bixe. “Bi destên ermenîyên dewlemend, ji ber ku dema ew destê xwe dixin bêrîkên xwe, pêtrodolarên berê, dolarên gazê û îdî di wan bêrîkan de deng dernakevin”,-ewê zelal kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button