
Serok Mesûd Barzanî û Tom Barak bi têlefonê axivîne.
Serok Mesûd Barzanî û nûnerê Amêrîkayê yê kar û barên Sûryayê Tom Barak pêwendîyeke têlefonî pêk anîye.
Hevdîtinê de hatîye tekezkirin ku divê Îraq û Herêma Kurdistanê ji şerê niha yê li herêmê dûr bin û bên parastin.
Baregeha Barzanî li ser pêwendîya têlefonî daxuyanî daye.
Pêwendîya têlefonî de Tom Barak silav û rêzên Donald Tramp gîhandîye Serok Barzanî û ji ber rola serok Barzanî ya di îdarekirina sîyasetê û parastina asayîşa navçeyê ya bi serkirdayetîyeke hekîmane spasîya wî kirîye.
Nûnerê Amêrîkayê ragîhandîye ku Amêrîka her tim wek hevpeyman û dost li Herêma Kurdistanê dinêre û ewê hevahengîya xwe ya bi Herêma Kurdistanê re bidomînin.
Her wiha Tom Barak tekez kirîye ku Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo Amêrîkayê xwedî pêgeheke girîng in û dîyar kirîye ku ew wê alîkar bin da ku di vê rewşa aloz ya niha ya navçeyê de pirsgirêkên di navbera hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta fêdêral ya Îraqê de bi awayekî ku di berjewendîya her du alîyan de be bên çareserkirin.
Serok Mesûd Barzanî spasîya serok Tramp kirîye û rêz û pêzanînên xwe ji bo wî anîne zimên û ji ber rola wî ya bibandor spasîya Tom Barak kirîye.
Serok Barzanî dîyar kirîye ku Herêma Kurdistanê hertim daxwaza seqamgirî û aramîyê ji bo tevahîya navçeyê dike û gelê Kurdistanê her tim bawerîyê bi dêmokrasî, pêkvejîyan û dîyalogê tîne.
Serok Barzanî gotîye:”Em her tim bûne beşek ji çareserîyê û em qet nebûne û nabin beşek ji tu pirsgirêk û alozîyan”.
Serok Barzanî di hevdîtinê de amaje bi wan êrîşên nerewa kirîye ku ji alîyê hinek hêzên derveyî yasayê ve tên ser Herêma Kurdistanê.
Di dawîya pêwendîya têlefonî de her du alî li ser wê yekê hemfikir bûne ku pêwîst e Îraq û Herêma Kurdistanê ji vî şerî bên dûrxistin û parastî bin.







