Ermenîstan di îndêksa azadîya çapemenîyê de cîhê xwe 9 pile baştir kirîye: Srbuhî Galyan

Wezîra Komara Ermenîstanêye dadê Srbuhî Galyanê di rapora ku navenda Gallup ê sala 2025 a de weşandiye de, îndêksa welatê me ya ji bo sala 2024 a ji 84 selef e, ku ji sala 2023 a bi qalekê bilindtir e û di îndêksa azadîya çapemeniyê ya rêxistina mafên mirovan ya navneteweyî rêporterên bêsînor de, Ermenîstan di rêza 34 a de ye, ku li gorî sala borî pozîsyona xwe 9 pozîsyonan baştir kiriye, gotîye.Wezîra Komara Ermenîstanêye dadê Srbuhî Galyanê, dema ku raporta li ser pêşketin û encamên pêkanîna bernameya hukumetê ya Komara Ermenîstanê (salên 2021-2026 a) ya ji bo sala 2025 a di civîna ku di 23 ê adarê ji alîyê komîtêya daîmî ya karûbarên dewletê û hiqûqî ve hatîye lidarxistin raber kirîye.
Her wiha qaîdeyek giştî ji bo berdewamîya lêkolîna dozan ji kêliya qutbûnê ve di rewşa guhertina dadwer de û her wiha prosêdurên nermtir ji bo lêkolîna delîlan ji hêla dadwerê nû ve hatine peyda kirin. Dezgehên îdarî îdî mafê wan tune ku li dijî biryarên dadwerî yên ku bi daxwazên darayî yên qanûnî yên giştî yên heta 300,000 diramî hatine derxistin, li dadgeha îstînafê îtîraz bikin, ku ev yek wê barê karê dadgeha îstînafê ya îdarî ji 20-30 selefî sivik bike.
Komîteyê her wiha prosêdûra taybetî ya ji bo nîqaşkirina pakêta pêşnûmeyên qanûnan “Li ser guhertinên li qanûna sîvîl ya Komara Ermenîstanê” û pêşnûmeyên qanûnên pêvekirî pesend kirîye.







