
Piştî destpêkirina şerê Îranê yê li gel Amêrîkayê û Îsrayêlê, hejmara hêzên nobedarên sînor yên Îraqê li parêzgehên Helebcê û Silêmanîyê hatîye zêdekirin.
Çavkanîyeke hêzên nobedarên sînor yên Îraqê ji Rûdawê re ragîhandîye ku ji bo parastina sînoran, wana hejmara hêzên xwe yên li wan her du parêzgehan zêde kirîye.
Sînorê Îraqê û Herêma Kurdistanê yê bi Îranê re 1 458 kîlomêtre û 300 kîlomêtrî zêdetir li sînorê Silêmanîyê û Helebceyê ye.
Berpirsê ewlehîyê yê ku ji ber hestîyarîya mijarê nexwest navê wî bê eşkerekirin dîyar kirîye ku ji ber zehmetîya cografyaya sînorê wan her du parêzgehanê bi Rojhilatê Kurdistanê re, pêdivîya herêmê bi hêzeke zêde ya sînor heye.
Parastina sînorên Silêmanîyê û Helebceyê yên bi Rojhilatê Kurdistanê re di stûyê fermandarîya nobedarên sînor ya herêma yekê de ye ku ji du lîwayan pêk tê.
Heman çavkanîyê ji Rûdawê eşkere kirîye ku ew hêza hatîye zêdekirin ji wan nobedarên sînor pêk tê ku bixwe xelkê Herêma Kurdistanê ne.
Şerê Îranê yê li gel Amêrîkayê û Îsrayêlê ji 28 ê sibatê ve dest pê kirîye.
Îraq û Herêma Kurdistanê tekez dikin ku ew rê nadin axa wan bibe çavkanîya êrîşên li ser Îranê.







