H’emû nûçeSereke

Firotana kîsikên plastîk û kelûpelên plastîk yên yekcar-bikaranînî wê ji sala 2027 a  bê qedexekirin

Parlamênta Ermenîstanê pêşnûmeya qanûnê ya ji hêla hukumetê ve hatîye amadekirin, ku wê ji sala 2027 a firotina kîsikên plastîk û kelûpelên plastîk yên yekcar bikarhatî li welêt qedexe bike, bi tevahî di xwendina duyemîn de pejirandîye.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, pakêta pêşnûmeqanûnên li ser sererastkirin û temamkirina qanûna “Li ser bazirganî û xizmetguzarîyê” û belgeyên pêvekirî bi  67 dengên erê û 30 dengên bêalî wergirtine.

Pêşnûme pêşniyar dike ku ji 1 ê çileya sala 2027 a firotin yan heyîna kîsikên polîêtîlên, her weha kontêynêr û amûrên sifrê yên ji plastîk yan jî kef plastîk hatine çêkirin, li tesîsên bazirganî, dikanên xwarinên giştî, pêşangeh û her weha dikanên bazirganîyê yên der û mobîl bên qedexekirin.

Ji bo kîsên ku ji bo pakkirinê û kontêynêrên plastîk yên bi qapax û her weha kîsên çopê yên ji madeyên xav yên duyemîn hatine çêkirin îstîsna hene.

Ji bo binpêkirina qedexeyê berpirsiyarî tê destnîşankirin. Di rewşa binpêkirina yekem de, hişyariyek tê sepandin û ji bo rewşa duyem û piştre, cezayek ji 100 hezar heta 150 hezar dram tê dayîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button