SerekeSîyasî

Çima Yekîtîya Avropayê tevlî şerê Rojhilata Navîn nabe: zanyarê sîyasî  şirove dike

Li gorî zanyarê sîyasî Garîk Kêryan, Yekîtîya Avropayê di şerê li dijî Îranê de piştgirîyê nade Amêrîkayê û Îsrayêlê, bi vî awayî li dijî Amêrîkayê derdikeve, ji ber ku ew bi awayekî eşkere bi helwestên prînsîpî yên welatên avropî di şerê Rûsyayê-Ûkraînayê de nerazî bûye.

Garîk Kêryan hevpeyvîna li gel “Armenpress” ê, li ser bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin û di wê çarçoveyê de, li ser pirsa çima Yekîtîya Avropayê di şerê li dijî Îranê de piştgirî neda Dewletên Yekbûyî û Îsrayêlê, axivîye.

Kêryan  zelal kirîye ku “Her çend van rojan di navbera Dewletên Yekbûyî  û Yekîtîya Avropayê de cudabûneke hişktir û hesastir di navbera têkilîyên Dewletên Yekbûyî û Yekîtîya Avropayê de hebe jî, ev pêvajo salek berê dest pê kirîye û bi giranî bi polîtîkayên Tramp ve girêdayî bûye dema ku ewî di hilbijartinan de bi ser ket û dîsa bû serokê Dewletên Yekbûyî. Berî ku Tramp dest bi kar bike, têgeha “Rojavaya kolêktîv” hebû, ku Dewletên Yekbûyî û Yekîtîya Avropayê bi rêya avahîya xwe, NATO ê, bi hewildanên hevbeş tevdigerîyan. Hin dûrketin ji xeta sîyasî ya giştî ji ber wê yekê bû ku li gorî raya Tramp û tîmê wî, Yekîtîya Avropayê bi salan e li hember Dewletên Yekbûyî bêrûmet e, barê ewlehîyê bi piranî dixe ser milê Dewletên Yekbûyî û di şerê Rûsyayê-Ûkraînayê de byûcêya Dewletên Yekbûyî jî vala kirîye”.

Li gorî çavdêrîya wî, ji vê nuqteyê ve nakokîyên tûj derketin holê û Tramp niha li ser xeta sîyasî radiweste ku li gorî wê 220 mîlyard dolar alîkarîya leşkerî ya ku berê ji Ûkraînayê re hatibû dayîn, lêçûnek neheq bûye.

Li gorî Kêryan, helwesta Yekîtîya Avropayê jî bi wê rastîyê ve girêdayî ye ku şerê Rojhilata Navîn tevahîya sîstêma ênêrjîyê ya cîhanê bi awayekî girîng têk birîye, ku ev yek bandoreke girîng li ser welatên Avropayê jî dike.

Kêryan daxuyanîya Tramp bi bîr xistîye, ku tê de ewî bang li welatên avropî yên xwedî hêzên deryayî kirîye ku tevlî opêrasîyona vekirina devtenga Hormûsê bibin, lê ew daxuyanî jî bêbersiv maye.

Zanyarê sîyasî wiha dawî li axaftina xwe anîye: “Lê belê, derdorên pispor dibêjin ku opêrasîyoneke bejayî wê ji bo Dewletên Yekbûyî bargirantir be, ji ber ku Îran ne welatekî wisa ye ku bi vî rengî bê fetîhkirin. Zehmet e ku meriv bêje Tramp wê kîjan ji van her du rêyan hilbijêre”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button