
Şêwirmendê payebilind yê navenda analîtîk ya APRI Armenia ê Bênyamîn Poxosyan, di civîneke çapemenîyê de gotîye ku bandora ewlehîyê ya bûyerên heyî li ser herêmê niha pir sînordar e.
Poxosyan destnîşan kirîye ku “Me dît ku li ser Naxçêvanê êrîşên bi dronan çêbûn, piştî wê Adirbêcanê bersiveke tund daye, lê ew bersiv pir zû nerm bûye. Her wiha çend caran ber bi Tirkyayê ve roket hatine avîtin. Bersiva Tirkyayê nermtir bûye. Bi her awayî, bi kêmanî li Tirkyayê guman hene ka ev mûşek ji alîyê fermandarîya Îranê ve hatine avîtin yan li vir provokasyon hebûn. Tirkya hewil dide ku her tiştî bike da ku tevlî şer nebe. Li Tirkyayê têgihîştineke zelal heye ku ev ne şerê Tirkyayê ye”.
Li gorî wî, fikarên cidî hene ku di rewşa parçekirina Îranê de, Tirkya wê li Îranê otonomîyeke din ya kurdî hebe û hejmara kurdan li wir ji ya li Sûryayê pir zêdetir e.
“Di derbarê bandora şer li ser têkilîyên Ermenîstan-Adirbêcanê, Ermenîstan-Tirkyayê de, binêrin li vir em di heman rewşê de ne ku em ji 8 ê tebaxa sala 2025 a pê ve, dema ku danezana Waşîngtonê hatîye îmzekirin, tê de bûn. Bi gotineke din, mebesta min ew e ku xetera her rageşîya leşkerî ya nû ji Adirbêcanê niha hema sifir e û berdewam sifir dimîne. Adirbêcan berdewam dike ku îmzekirina dawî ya wê peymana aşîtîyê ya lihevkirî û îmzekirî bi guhertina destûra bingehîn ya Ermenîstanê, bi taybetî jî rakirina rêfêransa danezana serxwebûnê ji destûrê ve girêbide”,-ewî destnîşan kirîye.







