H’emû nûçeSereke

Ermenîstan ji bo du komîsyonên Netewên Yekbûyî hatîye hilbijartin

Li civîna giştî ya konsêya aborî û civakî ya Netewên Yekbûyî de ku  8 ê nîsana sala 2026 a de pêk hatîye, Komara Ermenîstanê wek endameke komîsyona pêşîlêgirtina sûc û edaleta sûc ji bo salên 2027-2029 a û her weha wek endameke komîsyona nifûs û geşepêdanê ji bo salên 2026-2030 î hatîye hilbijartin. Derheqa wê yekêda mîsyona daîmî ya Komara Ermenîstanê li Netewên Yekbûyî ji News.am ê re derbarê vê yekê agahî daye.

“Hilbijartina Ermenîstanê nîşana tevlêbûn û pabendbûna zêde ya alîyê Ermenîstanê ji bo pêşxistina hevkarîya navneteweyî, qewînkirina pergalên edaletê û beşdarbûna di pêşxistina pêşînîyên pêşkeftina gerdûnî de ye”.

Komîsyona pêşîlêgirtina sûc û edaleta cezayê sazîya sereke ya Netewên Yekbûyîye ye ku di warê pêşîlêgirtina sûc û edaleta cezayî de polîtîkaya xwe diefirîne.

Ermenîstan her wiha ji bo heyama salên 2024-2026 a wek endameke komîsyonê hatîye hilbijartin û niha jî endama wê sazîyê ye. Ermenîstan ku ji bo heyama nû ya salên 2027-2029 a ji nû ve hatîye hilbijartin, wê bi rêya tevlêbûn û hevkarîya avakar bi hevkarên navneteweyî re, pêşxistina dîyalog û danûstandina ezmûnê di warên pêşîlêgirtina sûc û edaleta cezayî de, beşdarîya xwe ya çalak di xebata komîsyonê de bidomîne.

Komîtêya nifûs û geşepêdanê platformeke girîng e ji bo nîqaşkirina mijarên têkildarî dînamîkên nifûsê, meylên dêmografîk û pêşkeftina domdar.

“Ermenîstan wê di çarçoveya komîsyonê de hewlên çalak bide, piştgirîya niqaşên berfireh bike û beşdarî destpêşxerîyên hevbeş bibe ku armanc dikin pirsgirêkên bingehîn yên nifûs û pêşkeftinê li ser asta cîhanî çareser bikin”,- daxuyanîyêda hatîye gotin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button