H’emû nûçeSereke

Ermenîstan bi saya aşîtîya bi Adirbêcanê re dikeve qonaxeke nû ya pêşketina aborî:Paşînyan

Ermenîstan dikeve qonaxeke bi temamî nû ya pêşketina aborî, ku bi aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê ve girêdayî ye. Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan  derheqa wê yekêda li civîna bi karsazên mezin re gotîye.

“Em li benda bûyerên mezin in di demek nêzîk de, ku bi giranî bi destpêkirina projeya TRIPP ê ve girêdayî ne, ku ji ber vê yekê girîng e ku ew ê di dawîyê de Komara Ermenîstanê bi tevahî ji dorpêçê derxîne. Lê, di rastîyê de,  Ermenîstanê dorpêç derbaz kirîye, ji ber ku hûn dizanin ku veguhestina barhilgir ya trênê bo Ermenîstanê bi rêya axa Adirbêcanê ve gengaz e û ew tê kirin, lê ez dixwazim bêjim ku hinardekirin dikare bi rêya trênê jî bê kirin, bê guman bi rêya axa Gurcistanê, di heman demê de em ê pêşîyê rîya hesin bi Adirbêcanê re di çarçoveya projeya TRIPP ê de vekin. Ev pir girîng e û peymana sîyasî ew e ku ev rîya hesin qet nayê girtin. Bi gotineke din, ew rêyeke pêbawer e ji bo him hawirdekirin û him jî hinardekirinê”,- serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button