H’emû nûçeSereke

Dadgeha mafên mirovan ya  Avropayê Adirbêcanê mecbûr dike ku heta 31ê tebaxê biryarên girtîyan eşkere bike

Adirbêcan bi berdewamî serlêdanan  raberî dadgeha mafên mirovan ya Avropayê dike û daxwaza rakirina tedbîra demkî dike, ku bi wê yekê Adirbêcan mecbûr e ku bi awayekî pêryodîk li ser şert û mercên ragirtina girtîyên şer yên ermenî yên li Adirbêcanê, rewşa wan ya tenduristîyê raber bike.Navenda hiqûqa navneteweyî û berawirdî daxuyanîyek weşandîye û dîyar kirîye ku hemû pêvajo bi awayekî zelal û eşkere têne meşandin.

Dadgeha mafên mirovan ya  Avropayê serlêdana din ya Adirbêcanê 9 ê nîsana sala 2026 a red kirîye û dîsa ji hukumeta Adirbêcanê xwest ku berdewam bike bi dayîna agahdarîyê li ser şert û mercên ragirtina girtîyan û her weha tomarên wan yên bijîşkî yên herî dawî û belgeyên din yên li ser mûayeneyên bijîşkî û dermankirinê.Dadgeha mafên mirovan ya Avropayê  her wiha xwestîye ku kopîyên biryarên ku di dozên cezayî yên li dijî girtîyên ermenî de hatine dayîn yan jî kurteyên wan biryaran, ku divê sedemên dadwerên ku biryar dane, li gorî delîlên di dozê de hene, di nav xwe de bigire,  raber bike.

Demjimêra dawî ya radestkirina raportê 31 ê tebaxa sala 2026 a ne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button