H’emû nûçeSereke
Sûrên Papîkyan û Kêvîn Hêmîlton li ser mijarên hevkarîya Ermenîstan-NATO ê axivîne

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan, 20 ê nîsanê nûnerê taybet yê sêkrêtarê giştî yê NATO ê ji bo Kafkasîyayê û Asyaya Navîn, Kêvîn Hêmîlton qebûl kirîye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, ji wezîreta Ermenîstanêye parastinê radigihînin ku Sûrên Papîkyan ji bo wergirtina qulixê Kêvîn Hamîlton pîroz kirîye û serkeftin jê re xwestîye.
Wextê hevdîtinê, mijarên têkildarî rêça heyî û pêrspêktîvên pêşketina hevkarîya Ermenîstan-NATO ê hatine niqaşkirin.
Alî her wiha li ser mijarên ewlehîya herêmî û navneteweyî jî rawestîyane.







