
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan sêkrêtarê giştî yê NATO ê yî li Kafkasîyayê û Asyaya Navîn Kêvîn Hêmîlton kir qebûl kirîye.Derheqa wê yekêda ji wezîreta karên der ragîhandine.
Hevpeyvîneran bi razîbûn dînamîkên çalak yên dîyaloga sîyasî ya di navbera Ermenîstanê û NATO ê de destnîşan kirine.
Projeyên ku armanca wan berfirehkirina hevkarîyê bûne, hatine niqaşkirin, ku beşeke girîng ya wê piştgirîya rêform û pêşveçûna dêmokratîk ya ku ji alîyê Ermenistanê ve tê pêkanîn.
Wezîr Mîrzoyan pêşketinên herî dawî yên herêmî û her wiha gavên ku ji bo normalîzasîyakirina têkilîyên bi cînaran re û sazkirina bêtir ya aşîtîyê têne avîtin, raber kirîye.
Mijara girêdana herêmî de, hevpeyvînan tekez kirine ku di rastîyên nû de, Başûrê Kafkasîyayê dikare rola pireke girêdanê bilîze. Ev yek di projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ya ku ji alîyê Komara Ermenîstanê ve hatîye raber kirin, dîyar dibe.
Hevdîtinê de, li ser mijarên têkildarî ewlehîya navneteweyî û her weha hevkarîya li ser platformên piralî, raman hatine guhartin.







