Paşînyan pêşnîyara Rûsyayê ya ji bo avakirina stansîya atomîye nû nirxandîye

Meseleya avakirina stansîya atomîye nû ji bo Ermenîstanê ne meseleyeke sîyasî ye, lê meseleyeke aborî ye. Yêrêvan bi gelek hevkarên navneteweyî re li ser vê mijarê dixebite, lê di dawîyê de wê pêşnîyara ku ji bo Ermenîstanê çêtir be qebûl bike.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li civîna çapemenîyê bi rojnamevanan re, behsa danûstandinên di navbera Ermenîstan û Rûsyayê de li ser avakirina stansîya atomîye nû kirîye.
Rêvebirê daîreya çaremîn ya Welatên Hevalbendîya Serbest ya wezîreta Rûsîyayêye karên der Mîxayîl Kalûgîn ragîhandîye ku alîyê Rûsyayê projeyek ji bo stansîya atomî ya bi hêza bilind raberî Ermenîstanê kirîye ku dikare hewcedarîyên ênêrjîyê yên komarê ji bo dehsalên pêş de bicîh bîne.
Nîkol Paşînyan piştrast kirîye ku Ermenîstanê pêşnîyarên ji Fêdêrasîyona Rûsyayê derbarê stanasîya atomîye nû de wergirtîye.
Paşînyan gotîye:”Me pêşnîyareke usa ji Rûsyayê wergirtîye, lê me pêşniyarek usa ji Korêya Başûr, Fransîyayê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî re jî wergirtîye. Hesabkirina me ew e ku dema em leza pêşveçûyîna ênêrjîya rojê li ber çaven bigirin, em ê ne hewceyî stansîyayên atomî yên 1000 mêgavatî bin, ji ber ku çevkanîya me ya taybet heye ênêrjîya rojê. Em niha balê dikişînin ser stansîya atomî ya modûlar û dixwazin xwedî bibin, ji ber ku heger pêwîst be, di pêşerojê de wê gengaz be ku yekîneyên hêzê yên nû bên çêkirin. Û ya here girîng, stansîyake modûlar nikare bibe sedema qezîyayên mîna qezîya stansîya amtomî ya Çêrnobîlê. Ev ji bo me mijara here girîng e. Di rewşa qezîyayek li stansîya atomî de, qezîya wek bûyereke herêmî tê hesibandin û di wê rewşê de, wargehên derdorê nayên valakirin”.
Li gorî serokwezîr, Ermenîstan li ser vê mijarê bi Rûsyayê, Korêya Başûr, Dewletên Yekbûyî, Fransîyayê û Çînistanê re dixebite.
Paşînyan zêde kirîye ku Rûsya jî xwedî projeyek stansîya modûlar e, lê ew stansîya atomî ya avjen e.
Niha Ermenîstan li ser dirêjkirina dema xebitandina stansîya Mêsamorêye atomî bi 10 salan, heta sala 2036 a dixebite. Ermenîstan plan dike ku heta sala 2036 a stansîyake nû ya atomî hebe. Hukumeta Ermenîstanê biryar daye ku stansîya nû ya atomî divê modûlar be û di vî warî de bi pênc welatan re danûstandinan dike.







