H’emû nûçeSereke
Yêrêvan bona civîna COP 17 xwe hazir dike: nîşana civînê hatîye danînê

Ji wezîreta Ermenîstanêye dor-bera ragîhandine wekî li merkeza Yêrêvanê nîşana civîna COP 17 hatîye cîhwarkirinê û hatîye elamkirinê,wekî civîna 17 a ya konvênsîya Organîzeya Netewên Yekbûyî piranîya bîyolocîyê wê bê derbazkirinê.
Meha cotmehê Yêrêvan wê dêlêgasîyayên welatên cuda-cuda, organîzeyên navneteweyî û wekîlên goveka parastina dor-bera qebûl bike,Yêrêvanê bibe platforma gotûbêjkirinên derheqa parastirna dor û bera.
Ermenîstan xebatên amadekirinêye aktîv berdewam dike bona ku civîn li ser dereca bilind bê organîzekirinê.







