Pêşbirka tamkirina şerabê ya bi prêstîj ya cîhanê Konkûrs Mondîal dê Bryûsêl li Yêrêvanê bi dawî bûye

Navbera 19-23 ê gulanê, pêşbirka temkirina şerabê ya bi prêstîj ya cîhanê ” Konkûrs Mondîal dê Bryûsêl” cara yekem li Ermenîstanê hatîye lidarxistin, ku di çarçoveya wê de nêzîkî 400 pisporên navneteweyî yên di sêktora şerabê de, rojnamevan û nûnerên din yên sêktorê hatine Ermenîstanê.Derheqa wê yekêda wezîreta aborîyê ragîhandîye.

20 ê gulanê, li perestgeha Garnîyê rêsêpsîyon hate lidarxistin, ku di dema wê de wezîrê Komara Ermenîstanêyî aborîyê Gêvorg Papoyan bi xebera vekirinêva pêşda hatîye.
21 ê gulanê, merasîma vekirina fermî ya pêşbirka temkirinê li Yêrêvanê bi beşdarîya wezîr Papoyan hatîye lidarxistin. Di dema pêşbirkê de, pisporên şerabê yên navneteweyî nêzîkî 8 000 cûreyên şerabê ji nêzîkî 65 welatan, di nav de nêzîkî 130 cûreyên şeraba Ermenîstanê, tem kirine.

Roja dawî ya pêşbirka temkirinê de, hatîye ragihandin ku welatê din yê ku wê pêşbirkê li dar bixe wê Portûgalya be.
Em bîr bînin ku Ermenîstan yekem welatê herêmê ye ku pêşbirkek temkirina şerabê ya cîhanî ya bi vî rengî li dar dixe.







