H’emû nûçeSereke

Rûsyayê îtxal û firotina ava Eremenîstanêye mînêral ya “Cêrmûk” ê  qedexe kirîye

 “Rospotrêbnadzor” ê îtxal û firotina ava mînêral ya “Cêrmûk” ê ya ermenî li Rûsyayê qedexe kirîye.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Meduza vê yekê bi îşaret bi daxuyanîya “Rospotrêbnadzor” ê radigîhîne.

Rêxistinê di daxuyanîyekê de gotîye: “Di nav avê de astên zêde yên hîdrokarbonatê, klor û sûlfatê hatine dîtin.Agahîyên şaş yên li ser berhemên xwedî taybetmendîyên derman dikarin bibin sedema dermankirina bêbandor û xirabûna tenduristîyê”.

Qedexe yekser ket merîyetê.

Bîr bînin ku di dawîya nîsana îsal de, “Rospotrêbnadzor” ê hawirdekirin û firotina komeke ava mînêral ya Cêrmûkê qedexe kirîye, ku ji 23 ê cotmeha sala 2025 a heta 17 ê sibata sala 2026 a hatibû hilberandin.Wê demê, hatîye ragîhandin ku di ava mînêral de zêdehîya hîdrokarbonatê, klorê û sûlfatê hatine dîtin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button