SerekeSîyasî

Kesên nêzîkî Pûtîn hewil dane ewî razî bikin ku dest ji dorpêça întêrnêtê berde: The Guardian

Rojnameya brîtanîye The Guardian ê ragîhandîye ku rayedarên nêzîkî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn hewil dane wî razî bikin ku dev ji sepandina sînordarkirinên hişk yên li ser întêrnêtê li Rûsîyayê berde, ku tê payîn ji sala 2025 a pê ve hişktir bibin. Li gorî çavkanîyên nenas, di nav van rayedaran de sêkrêtarê çapemeniyê yê Pûtîn Dmîtrî Pêskov û cîgirê yekem yê serokê karmendan Sêrgêy Kîrîyênko.

Li gorî rojnameyê, qutbûnên întêrnêtê, ku dibin sedema zirarên bi mîlyarda dolarî ji bo karsazîyên rûsî, di nav êlîtên rûsî de bûne mijara niqaşê.

Rojnameya brîtanî dinivîse ku hewldanên razîkirina Pûtîn ji bo ku sînordarkirinên dîjîtal tundtir neke, encamên erênî nedane, ji ber ku ew di dema şerê li dijî Ûkraînayê de xwe dispêre raya dezgehên sepandina qanûnê. Berê, The Bell ragîhandibû ku pêla sînordarkirinên li ser întêrnêtê li Rûsyayê ji  alîyê sêrvîsa duyemîn ya FSB ve hatîye sponsor kirin, ku Krêmlê di vî warî de destûr daye wê.

Li gorî çavkanîya ji The Guardian ê, sedema nerazîbûna raya giştî li Rûsyayê jî zêdebûna bac û bihayan sala  2026 a de, û her weha qirkirina girseyî ya ajalan li Sîbîrê ye.

Nerazîbûna gel ji Pûtîn heta di ankêtên raya giştî de jî ku ji hêla rêxistinên di bin kontrola dewletê de di meha nîsanê de hatine kirin, xwe nîşan daye. Wê demê, îndêksa bextewarîya giştî ya nifûsa Rûsîyayê daket asta here nimiz ya 15 salên dawî û rêjeya bawerîya welatîyan bi serokê Rûsyayê ji destpêka şer ve ya here nimiz bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button