Hilbijartinên parlamêntîyê
7 ê hezîranê 2026
HILBIJARTINÊN PARLAMÊNTÎYÊ
RÊBAZA DENGDANÊ
GAV BI GAV
PÊVAJOYA DENGDANÊ
Navendên hilbijartinê ji seheta 08:00 a heta 20:00 î vekirîne
Divê hûn bi xwe dengê xwe bidin
GAVA 1
TÊKETIN Û QEYDBÛN
Nêzîkî pisporbin, belgeya nasnameya xwe /pasport, karta nasnameyê/ nîşan bidin, şopa tilîya xwe bidin û kûpona hilbijartinê hildin.
GAVA 2
STENDINA KAXEZÊN DENGDANÊ
Nêzîkî endamê komîsîyonê bin û li lîsteyê îmze bikin.Kaxezên dengdanê yên hemû partîyên beşdar û zerfeke dengdanê hildin.
GAVA 3
KABÎNA DENGDANÊ
Di kabîna dengdanêda, kaxeza dengdanê ku we hilbijartîye bixin nav zerfa dengdanê.Kaxezên ku nehatine bikaranîn, bavêjine qutîya cuda.
GAVA 4
Li SER SINDOQA DENGDANÊ
Nêzîkî sindoqa dengdanê bin, kûponê teslîm bikin, piştî vê yekê endamê komîsîyonê wê morê li zerfê bixe. Hûn ê zerfê bavêjin nav sindoqa dengdanê.
GIRÎNG
HEGER JI WE RA ALÎKARÎ LAZIM E
Heger hûn nikarin bi xwe deng bidin, serokê komîsîyonê agahdar bikin. Mafê we heye ku bi xwe re kesekî din bibin kabîna dengdanê da ku alîkarîya we bike.
BÎR BÎNIN
DENGDAN NEHÊNÎ YE
Dengdayn nehênî ye û beşdarbûn azad û bi dilxwezî ye.Mafê tu kesî tune ku we mecbûr bike ku hûn dengê xwe ji bo yan dijî hêzeke sîyasî bidin.
1.Ji bo dîtina navenda dengdana xwe:
Malpera KHN www.elections.am /Register
Xeta germ: 010 54 53 59, 010 56 31 05, 010 56 31 06
2. Heger mafê we bên binpêkirin:
Xeta germ ya PMM: 096 11 61 00
Xeta germ ya polîsan: 112
Rênîşander ji hêla RÎK “ Rojnamevanên ji bo Pêşerojê” û platforma “Ampop Medya” ve hatîye amadekirin.Ev matêryal bi 5 zimanan heye: kurdî, êzdîkî, asûrî, rûsî û ermenî wekî ya rojava.







