Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî li Hewilêrê dêlêgasîya Holandîyaêye diplomatic, bi serk’arîya baylozê Nîdêr’landayî li Îraqê Mat’îyas Woltêrs qebûl kirîye.Wextê r’asthatinê Woltêrsê bayloz girêdayî sazbûna kabînêta wezîraye nûr’a, Me’srûr Barzanî pîroz kirîye û derheqa piştgirîya welatê xweye hindava pêşmergada, ya nava doranên koalîsîona navnet’ewîye dijî DAÎŞ-ê e’lam kirîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî Nîdêr’land hazire nava govekên K’urdistanêye cuda-cudada învêstîsîya bike, bi t’aybetî nava malhebûna gundîtîyêda. Barzanîyê serekwezîr înîsîyatîva bona berirekirina heleqetîyên dualî silav kirîye û gotîye,wekî h’ukumata herêmê hîvîyêye, ku civaka navnet’ewî bona berfirebûna êkonomîka welêt wê piştgirîyê bide bo dîvêrsîfîkasîya ji k’ara neftê.
Gotarên eynî
Baylozê Yekîtîya Avropayê, yê li Bekûyê derheqa qedexekirina alîkarîya bo Ermenîstanê, ya ji alîyê Macaristanêda xeberdaye
03.05.2024, 10:40
Wextê agrêsîya Adirbêcanêye dijî Qerebaxê, ya meha îlonê, zêrandin û usa jî eblûkirinên cinyaza hatine kirinê: parêzera mafên mêriv
03.05.2024, 09:35
Herwiha kontr’ol bike
Close