Serekwezîrê Herêma K’urdistanê Me’srûr Barzanî serk’arê serwêrtîya ŞAY-ye hevk’arîya nava goveka bêqezîyabûnêda, gênêral Grêgorî Krêydêr û dêlêgasîya ku r’êberîya wî dikir, qebûl kirîye. Alîya qewimandinên van axirîyaye girêdayî bêqezîyabûna Îraqêr’a gotûbêj kirine. Ew qayîl bûne,wekî gavên anegor gerekê bêne avîtinê, bona ku li ser têrîtorîyaên hevr’aqayîlnekirî di navbera Hewilêrê û Beg’dayêda koordînasîya leşkerî îzbatbe. Çi ku derheqa ce’dandinên bona r’êformkirina pêşmergadane, dêlêgasîyaê careke mayîn derheqa piştgirîya ŞAY-da îzbat kirîye. Me’srûr Barzanî bona piştgirîya ŞAY r’azalixî e’lam kirîye.Ewî derheqa k’omên DAÎŞ-ye xweveşartîda e’şaretî daye, yên ku li hinek neh’îyên Îraqêne, li k’îderê cîhadîst h’alê neqewîn didine xebatê û şuxulk’arîya têr’orîstî t’eşkîl dikin
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close