Sport
Gulaşgir Malxas Amoyan fînalêda ser k’etîye
Nava leca gulaşcêye li p’ayt’extê Polonîyaê-Varşavayê, wek’îlê miletê me Malxas Amoyan fînalêda ser k’etîye û bûye xwedîyê mêdala zêr’în. Ew bi h’esabê 6:O hindava gulaşgirê ji Ûkraînayê Mak’sîm Yêvtûşênko serk’etîye.Em bîr bînin,wekî Malxas ji êtapa yek çaranîyêda destpê kirîye, li k’îderê bi h’esabê 9:O hindava gulaşgirê t’irk Ah’med Yilmaz serk’etîye.Nava nîv fînalêda ew dîsa bi h’esabê 9:O hindava wek’îlê ŞAY R’aymon Bûnkêrda serk’etîye.Em jî ji alîyê xweda Malxas Amonyan pîroz dikin û jêr’a açixîyên nû dixwezin.