Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye wekî t’eşkîleta navnet’ewîye “Mûdîz”-ê nava navnîşa dewletên serbestda dereca Ermenîstanê daye bilindkirinê. Ew qirar li ser wan qîmetkirina hatîye h’îmdanînê, wekî dîvêrsîfîkasîya ku zêde dibe, we’dekî dirêj t’evî qewînbûna makroêkonomîkî tê xweykirinê û ew yek êkonomîka Ermenîstanê qewîn dike.Nîkol P’aşînyan daye dîyarkirinê,wekî eva qewimandineke girînge, ya ku aminaya navnet’ewîye hindava êkonomîka Ermenîstanê mezin dike û mecalên învêstîsîon dide milahîmkirinê.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close







