H’emû nûçe

T’ercima bi zimanê latîşî ya k’itêba “4O r’ojên ç’îyaê Mûsa” derk’etîye

Li Latvîyaê t’ercima bi zimanê latîşî, ya k’itêba Frans Vêrfêle “ 4O r’ojên ç’îyaê Mûsa” hatîye çapkirinê. Derheqa wê yekêda baylozê Ermenîstanêyî li Latvîyaê, Lîtvayê û Êstonîyaê Tîgran Mkrtçyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. “Çapxana Latvîyaêye Yanîs R’oûzê bi zimanê latîşî k’itêba Frans Vêrfêle “4O r’ojên ç’îyaê Mûsa” çap kirîye. Ew ji alîyê Îlzê Mkrtçyanda hatîye kirinê. Pêşgotina k’itêbê profêsorê îsraêlî Yayîr Oron nivîsîye, lê naveroka wê Vahram Şêmasyan hazir kirîye. K’itêbêda ji alîyê Hayk Dêmoyanda şikil hatine dayînê”,-Mkrtçyanê bayloz nivîsîye. Înîsîyatîva çapkirinê û t’ercima wê baylozxana Ermenîstanêye li Latvîyayê mîyaser kirîye

Zêdetir nîşan bide
Back to top button