R’ûê derbên avîyasîya t’irkada binelîkî e’dil hatîye kuştinê, lê yek jî birîndar bûye.Ev yek êvara duşemê li neh’îya provînsîya Dihokêye Akrayê qewimîye. Serk’arê admînîstrasîya cî Şaban Xelîl wextê hevp’eywîna t’evî Bas Nyûsê ew yek îzbat kirîye û gotîye,wekî ew meriv hatîye kuştinê, yek birîndar bûye û pênc binelîyên başqe jî xilaz bûne.Merivê ku hatîye kuştinê Seh’îd Saranîye, yê ku bavê şeş zar’oka bû.Em bêjin,wekî r’ojên yekşemê û duşemê teyarên t’irkaye leşkerî bi me’nîya derbgîhandina dijî PKK-ê ew neh’îyên K’urdistanêye li ser sînor dane ber bomba.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close