K’urdên bajar’ê R’ûsîyaêye Tambovê, Yêkatêrînbûrgê, Saratovê, Krasnodarê û Moskvayê civînên xwe derbaz kirine,wextê k’îjanê kirina 15-ê sibata sala 1999-a şermezar kirine. T’evbûên wan civîna gotine,wekî ew t’eşkîldarîya navnet’ewî ne t’enê bona t’unekirina PKK-ê bû, lê usa jî bona t’emamîya cime’ta k’urd bû.Wana dane dîyarkirinê,wekî ewê şer’k’arîya bo azadîyê nedine sekinandinê û wê lîdêrên xwe t’enê nehêlin. T’evbûên civîna usa jî gotine,wekî partîya AKP dicêr’ibîne înîsîyatîva cime’ta k’urd h’esab hilnede. “Em aşîtîyê û dêmokratîyaê li K’urdistanê, li T’irk’îyayê û li t’emamîya R’ohilata Navîn dixwezin. Em h’esab dikin,wekî gar’anta wê yekê Abdûla Ocalane, yê ku pêşnîyara derheqa avtonomîya dêmokratîkda pêşda k’işandîye”,-nava e’lametîyêda hatîye dîyarkirinê.
Gotarên eynî
Wezîrê darayî û serokê banka pêşketinê ya Asyayê li ser mijarên hevkarîyên heyî yên bi Ermenistanê re axivîn
06.05.2024, 16:45
Nêzîkbûna têkilîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê ne li dijî Îranê ye: zanyarê sîyasî
06.05.2024, 15:50
Lîtva ji Yêrêvan û Bakûyê re raber dike ku ezmûna xwe di rakirina blokan de bi kar bînin
06.05.2024, 14:55
Herwiha kontr’ol bike
Close