Dizên bi qanûnî vir wada wê anegorî qanûnê bigrin
18-ê sibatê serokk’omarê Ermenîstanê qanûna derheqa guhar’tinên nava qanûna Ermenîstanêda îmze kirîye. Malp’er’a serokk’omare r’esmî r’agîhandîye,wekî bi vê yekê p’êwendîyên usa hatine qeydekirinê, yên ku nava civaka meda belavbûyî nînin, lê dikarin nêr’înên xirab pêşda bînin û derheqa p’êwendîyên nava doranên tengdanin. Ev guhar’tin ji alîyê parlamêntêda meha mijdarêda destpê bûne, yên ku nava gotûbêjkirinên sertda hatine qebûlkirinê.H’ukumatê ew yek hela hê 29-ê t’ebaxê îzbat kiribû.Gilî derheqa wê yekêdane,wekî ew merivên ku nava k’omên wî cûr’eyîda statûsê nav xweda distînin, gerekê li ber cabdarîyê bisekinin, lê ew endamên k’omê, yên ku derheqa k’omên wî cûr’eyîda e’lamî polîsîyayê bikin wê ji cezakirinê azabe, yan jî cezayê sivik bistîne.Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan bona zelalkirina vê prosêsê gotibû,wekî ev qanûn derheqa dizên qanûnîdane û tiştên vî cûr’eyîdane bona ku merivên vî cûr’eyî li ber cabdarîyê bisekinin. “Merivên vî cûr’eyî h’ebsê çawa mala xwe h’esab dikin û bo wê yekê jî wan meriva bişînine malên wan, ku ew li wir bijîn”,-P’aşînyan gotibû.Ev qanûn piştî deh r’oja îdî wê k’ar bike.