R’ezedilvanên şih’îyaye H’eşid Aş Şaabîyê destpê kirine li bakûrê Îraqê, li Nînêvîyayê, e’rdên merivên bi dînên kêmjimar ji wana bistînin.Parlamêntvanê K’urdistanêyî berê Salim Şebek derheqa wê yekêda gotîye û daye dîyarkirnê,wekî ew yek berdewam dibe.Ewî daye dîyarkirinê,wekî e’rdên k’urdên şebek, usa jî mesîhîya û t’irkmêna tên konfîskasîyakirinê û li ser wî e’rdî avayî tên çêkirinê.Parlamêntvanê berê gotîye,wekî h’al li r’asta Nînêvîyayê qewîn nîne û r’ûê wê yekêda p’ir’anîya mesîhîya û nêzîkî 35OO k’urdên şebek paşda neçûne malên xwe. Bi gotina wî bi vî cûr’eyî ji alîyê H’eşid Aş Şaabîyêda dêmografîya wan cîya tê guhar’tinê.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close