Dêlêgasîya bi serk’arîya wek’îlê Brîtanîyayêyî li Sûrîyayê Martîn Longdên çûye R’ojavayê, li k’îderê r’astî wek’îlên otonomîyêye p’êwendîyên der hatîye. Hevdîtin ya derdadayî bûye û nêzîkî seh’etekê k’işandîye.E’yan bûye, wekî pirsên derheqa şer’k’arîya dijî têr’orîzmê, DAÎŞ-ê û şer’k’arîya dijî koronavîrûsê hatine gotûbêjkirinê.Piştî hevdîtinê, wek’îlê komîtêya R’ojavayêye p’êwendîyên der E’bdilk’erîm Omer gotîye,wekî wextê hevdîtinê herdu alî jî li ser wê fikirê bûne,wekî krîzîsa Sûrîyayê gerekê bi r’îya dêmokratîk, bi mêt’odên e’dil û t’evbûna h’emû cime’ta bê h’elkirinê. Xeberdan usa jî derheqa h’alê hûmanîtarîda çûye, bi t’aybetî derheqa nexweşîya koronavîrûsêda. Nava encamên hevdîtinêda, zar’okên sêwîye çar salî, yên endamên DAÎŞ-ê, yên ku welatîyên Brîtanîyayê tên h’esabê, t’eslîmî dêlêgasîya brîtanî kirine.
Gotarên eynî
Komîsîya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya azaya dînî bangî hukumatê kirîye ku bona parastina îdarên çandîye li Qerebaxê fînansa başqekin
03.05.2024, 13:53
Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî gerekê hemû piştgirîyên leşkerî û ewlehkarîyê, yên bona Adirbêcanê bidine sekinandinê: kongrêsmên
03.05.2024, 12:45
Fransîya, Hindistan û Yûnanistan dicedînin xweparastina Ermenîstanê bidine qewatkirinê: EurAsian Times
03.05.2024, 11:45
Baylozê Yekîtîya Avropayê, yê li Bekûyê derheqa qedexekirina alîkarîya bo Ermenîstanê, ya ji alîyê Macaristanêda xeberdaye
03.05.2024, 10:40
Herwiha kontr’ol bike
Close - “Yêrêvan xeber dide” 02. 05. 202402.05.2024, 20:05