
Koalîsîyona navnetewîye li Îraqê îzbat kirîye,wekî ji 9-ê kanûnêda destpêkirî hêzên wêye şerkarîyêye li Îraqê îdî tunene.Hatîye dîyarkirinê, wekî anegorî encamên dîyaloga di navbera Ştatên Yekbûyî û Îraqêda borcdarî hatine qedandinê. Hatîye gotinê, wekî derbazbûna li ser vê progiramê bi saya wê yekê qewimîye, wekî hêzên îraqî û pêşmerge dikarin opêrasîyonên xwe bidine koordînasîyakirinê û dijî DAÎŞ-ê şerkarîyê berdewamkin.
Hêzên koalîsîyonêye ku li Îraqê mane, bona wê yekêne, ku piştgirîyê bidine hêzên îraqî bona ku şerkarîya dijî DAÎŞ-ê berdewambe.







