Hêzên Sûrîya Dêmokratîk elametî belav kirine, kîjanêda bi hûrgilî derheqa opêrasîyonên li Dêyr Zorê raber kirine, nava encamê kîjanada lîdêrekî têrorîsta hatîye tunekirinê yek jî hatîye girtinê. Hatîye dîyarkirinê, wekî Hêzên Sûrîya Dêmokrtîk, bi piştgirîya şêwirên leşkerîye cîh cêrge opêrasîyon li nehîya Dêyr Zorê mîyaser kirine. Nava encamên wê yekêda lîdêrê têrorîstayî bi navê Ebû Hemze Şamîya hatîye kuştinê, yê ku 1O-ê sibatê tevî kirina têrorîstî bibû, û wî çaxî pênc şerkar şihîd ketibûn.Ebû Hemze li Dêyr Zorê bona hazirkirina planên têrorîstî cabdar bû.Wextê opêrasîyoneke mayîn jî têrorîstê bi navê Şukirî Kemal Xelîl hatîye girtinê, yê ku bona belavkirina sîliha cabdar bû.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close