H’emû nûçeSereke
Serokwezîr pêwîst hesab dike ku mêxanîzma monîtorînga navnetewî li ser sînor bidine xebatê

Adirbêcan dicêribîne halê sertî li ser sînor û mecala destpêkirina opêrasîyonên leşkerî nava şuxulkarîya dîyarkirina sînorada jî xweyke, wê yekê hindava têrîtorîyayên Ermenîstanê jî bide xebatê. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye.
Bi gotina Paşînyan, Adirbêcan bersiva pêşnîyarên Ermenîstanê nade. Ew dicêribîne halê sertî li ser sînor û mecala destpêkirina opêrasîyonên leşkerî usa jî wextê dîyarkirina sînorada bide xebatê, dewa topraxa bike, paşê provokasîyonên leşkerî mîyaserke.
Serokwezîr daye dîyarkiriê, wekî pêwîste mêxanîzma monîtorînga navnetewî bidine xebatê.
«Me çend pêşnîyarên wî cûreyî kirine, bona me wê tiştê qebûlkirinêbe ku ji wan pêşnîyara yek ji alîyê Adirbêcanêda bê qebûlkirinê»,-Paşînyan gotîye.







