ŞAY amadeye beşdarî hevraxeberdanên piralî û dualî bibe: kongrêsmên

Kongrêsmênê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Dêyvîd Prays dide bawarkirinê, wekî Ştatên Yekbûyî cêribandîye usa bike wekî piştgirîya hindava Adirbêcanêda tu cara bi armanca êrîşa dijî Ermenîstanê neyê xebitandinê.
Wextê prêss-konfêransa li parlamênta Ermenîstanê, Prays gotîye wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî hazire beşdarî hevraxeberdanên piralî û dualî bibe.
“Em rola hemsedirê koma Mînskê baş fem dikin û em naxwezin ku tu alîkî başqe rola wî mîyaserke, em piştgirê aşîtîyêne, ya ku li ser bingeha qîmetîyên merivên li herêmê hatîye hîmdanînê”,-ewî gotîye.
Çawa bersiva wê pirsê ku gelo hevkarîya leşkerî dikare di navbera Ermenîstanê û Ştatên Yekbûyîda hebe, Dêyvîd Prays gotîye: “Tu elametîke konkrêt roja îroyîn tune, lê seroka kongrêsê Pêlosîyê zelal gotîye. Li ber çevaye li herêmê balans tê guhartinê, bi hesabhildana bûyarên Rûsîyayêva girêdayî. Guhartin wê hebin,niha gotûbêjkirin tên kirinê, bi taybetî derheqa wê yekêda ku pêwandîyên çi cûreyî wê hebin.Ev gotûbêjkirin bi întênsîvî tên mîyaserkiirnê”.







