H’emû nûçeSereke
Anna Hakobyan li palata Yêlîsêyê rastî Brîcît Makronê hatîye

Kulfeta serokwezîrê Ermenîstanê Anna Hakobyan li palata Yêlîsêyê rastî Brîcît Makronê hatîye. Ewê di derbarê wê yekêda facebook da nivîsîye.
“Ez bi mêvandarî ji alîyê xanim Brîcît Makronêda hatibûme qebûlkirinê. Min raberî wê kir, ku piştî cotmeha sala 2018 a Yêrêvan çiqasî hatîye guhartinê, çimkî wî çaxî tev Makronê serok ew jî hatibû Yêrêvanê.Min gote wê ku heger şerê sala 2020 î nîbûya, Ermenîstanê diha zêde pêşda biçûya û wî çaxî li vê herêmê wê hevkara Ermenîstanêye qewat hebûya. Niha rêyeke dijwar li pêşîya meye, kîjanêra Ermenîstan û cimeta ermenî gerekê derbazbe û em ji wan welatên dost razîne, yên ku wê li rex mebin”,- Hakobyanê gotîye.







