H’emû nûçeSereke

HejaArsaxê: propaganda Adirbêcanê

35 sal pêşda, sala 1988 a, bi pêşnîyara desthilatdarîya Adirbêcanê û rûyê bêkarîya xirabda, li bajarê Sûmgaîtê qetilkirinên ermenîya destpê bû, rûyê kîjanada bi seda ermenî hatine kuştinê, nava wanda zarok, jin û merivên emirda mezin. Bi hezara meriv jî hatine cîşihitandinê.

Pêşezan difikirin wekî Ermenîstan gerekê gava biavêje bona ku xirabkarîyên li Sûmgaîtê qîmetê sîyasî bistîne, bi taybetî bona wê yekê wekî Adirbêcan her dem mêtarîyalên nerast dide xebatê û dicêribîne hemû tiştî li ber dinîyayê cûrekî mayîn raberke.Bûyarên sala 1992 a, yên li Xocalûyê, Adirbêcanê bona xwe kirîye birênda komêrsîyon û dicêribîne vî cûreyî wan byûara bide rastkirinê.

 Sibata sala 1988 a sîyaseta ku li Sûmgaîtê hate mîyaserkirinê, li Bekûyê û Ganzakê berdewam bû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button