
Mehkema Tirkîyayêye konstîtûsîyon, bi piranîya denga, birîyara meha çile, ya derheqa girtina hesabên bankada, ya Partîya Dêmokratîk ya Gela guhartîye.
Li gorî birîyara meha çile, partîyayê nikaribû fînansê xwe bida xebatê.
Em bêjin, wekî dijî Partîya Dêmokratîk ya Gela îşê mehkemê hatibû vekirinê, çimkî ew nava wê yekêda gunehkar dikirin ku pêwandîyên wê têrorîzmêva hene.
Heger ev îş bi wê yekêva ser hevda bê, wî çaxî nêzîkî 500 sîyasetmetdarên eyan, nava wanda usa jî parlamêntvan wê ji qulixên wan bêne derxistinê.







