H’emû nûçeSereke
Îranê şikyatê bi sirê Adirbêcanêra şandîye: hal diha sert dibe

Têhranê nota şikyatkirinêye nû Bekûyêra şandîye. Vê carê gilî derheqa elametîyên çapemenîya Adirbêcanêdane. Îran eşaretîyê dide Adirbêcanê, wekî kirinên wî cûreyîye nerast dikarin encamên xirab pêşda bînin.Pêşîya wê yekê Têhranê bona hevkarîya Adirbêcanê û Îsrayêlê dew kiribû. Li rex wan bûyara pêşezan derheqa mecala sazkirina tifaqa Îranê û Ermenîstanêye leşkerî-sîyasîda xeber didin. Li ser vî halê sertbûyî, pêşezanên îranî hema derheqa sazkirina tifaqa Ermenîstanê û Îranêda dibêjin.







