H’emû nûçeSereke
Hejmara tûrîstên ku hatine Ermenîstanê bi 80 selefî zêde bûye

Nava sê mehên sala îsalinda 451 hezar 850 tûrîst hatine Ermenîstanê, kîjan himberî sala par bi 81,2 selefî zêde bûye.
Bi ragîhandina “Armênprêss” ê ji komîtêya Ermenîstanêye statîstîkîyê ev melûmetî belav kirine.
Mehên çile-adarêda here zêde welatîyên Rûsîyayê li Ermenîstanê qesidîne, hejmara tûrîstên rûs 237 hezar 40 meriv bûne.Cîhê duemînda welatîyên Ermenîstanê yên ku ji welatên cuda hatine Ermenîstanê 74 hezar 186 meriv bûne. Hejmara welatîyên Gurcistanê yên ku hatine Ermenîstanê 53 hezar 707 merivin, hejmara welatîyên Komara Îranê 25 hezar 458 merivin.
Nava sê mehên sala îsalinda 2 hezar 712 welatîyên Tirkîyayê li Ermenîstanê qesidîne û ev yek li gorî sala par bi 2,2 cara zêdetire.







