Hê zûye ku meriv Airbêcanêra li ser îmzekirina peymana aştîyê biaxive: Paşînyan

Kirinên Adirbecanêye provokasîyon ewe ku pêşkeftinên hevraxeberdanên ku di danûstandinên 1-4 ê gulanê li Waşîngtonê hatin kirin, biteribîne, îro serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li civîna hukumatêda got.
Îro sibê zû hêzên çekdarên Adirbêcanê berbi nehîya Gêxarkûnîkêye Sotkê gulebaran kirîye. Nava encama êrîşêda 4 leşkerên ermenî birîndar bûne.
“Armanca provokasyona îro jî ewe ku civîna sêalî ya ku roja yekşemê 14 ê gulanê li Bryûsêlê û hevdîtinên 5 alî yên ku 1 ê hezîranê li Kîşnêvê bê kirin, biteribîne.Cêribandin nîşan dide ku Adirbêcan tenê ji bo bidestxistina êskalasîya ji bo zêdebûn û şer pêdivî bi proseya danustandinan heye, lê zêdebûn tenê ji bo teribandina pêşkeftinên ku hevraxeberdana bi dest ketine, tê bikaranîn”,- ewî got.
Li gorî serokwezîr, armanceke din jî ewe ku bala Ermenîstanê û civaka navneteweyî ji rastîya danîna posta li korîdora Laçînê dûr bixe û li cihekî nû krîzeke nû çê bike.
Ewî daye kifşê, ku cêribandinên Adirbêcanê, kêşe di navenda balkişandinê da maye û divê peywendîyên aktîv bi civaka navneteweyîra li ser vê mijarê berdewam bin.
Serokwezîr Paşînyan dîyar kir ku ew hîn jî bi biryarin ku beşdarî civîna Bryûksêlê bibin, lê îhtîmala ku roja yekşemê bi Adirbêcanê ra peymana aştîyê bê îmzekirinê.
“Pêşnûmeya rêkeftina pêkanîna aştî û peywendîyên di navbera dewletan di pêvajoya destpêkêda ye û hê zûye ku em derheqa îmzekirinêda xeberdin”.
“Adirbêcan bi kirinên îro, peymanên bingehîn yên ku 6 ê cotmeha sala 2022 a li Prahayê û 31 ê cotmeha sala 2022 a li Soçîyê hatin kirin, dike bin şikberîyê”,- Paşînyan elam kirîye.







