H’emû nûçeSereke

Nava dokûmênta 9 ê mijdarêda tenê derheqa korîdorekêda tê gotinê û ew jî korîdora Laçînêye: Paşînyan

Nava elametîya sêalîda, ya 9 ê mijdarê tenê derheqa korîdorekêda tê gotinê û ew jî korîdora Laçînêye. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê civîna Şêwira Yekîtîya Avrasîyayêye êkonomîkî gotîye, dema ku ewî derheqa elametîya serokê Adirbêcanêda xeberdaye, kîjanêda Elîyêv gotina “Korîdora Zangêzûrê” daye xebatê.

“Serokê Adirbêcanê nava axaftina xweda gotinek da xebatê, ya ku nava salên dawîda çawa dewekarîya  dijî axa Ermenîstanê tê raberkirinê. Ew nava çarçoveya mîyaserkirina xala 9 a da, ya elametîya 9 ê mijdarêda tê xebitandinê. Ez dixwezim bêjim, wekî nava wê elametîyêda tenê derheqa korîdora Laçînêda tê gotinê, ya ku gerekê bin kontrola aşîtîparêzên rûsdabûya, lê mixabin, ew ji alîyê Adirbêcanêda hatîye girtinê”,-Paşînyan gotîye.

Serokwezîrê Ermenîstanê daye bawarkirinê, wekî alîyê ermenî amadeye ku hemû rê û pêwandîyên êkonomîkî û transportê bidine vekirinê.Ewî gotîye, wekî Ermenîstan bona vekirina rîya amadeye, lê nava wê çarçoveyêda ew rê gerekê  bin kontrola wan welatadabin, nava kîjanara ew derbaz dibin.

Serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn jî daye dîyarkirinê, wekî qewil saz dibin, wekî sînorên li gorî pevketinên sala 1991 ê destanî bêne  naskirinê û ew didine bawarkirinê, ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda bighîjine peymana anegor.

“Roja îroyîn em difikirin, ku em dikarin vî hemû tiştî gotûbêj bikin”,-Pûtîn gotîye.

Serokê Rûsîyayê bi hêvîdarî gotîye, wekî mecalê hebe, dora wê pirsê pevkevin, ya ku li gorî berjewandîyên Ermenîstanê, Adirbêcanê û temamîya herêmêye. Ewî gotîye, wekî wextê hevdîtina sêalî ew hemû wê bi hûrgilî bê gotûbêjkirinê.

Serokê Adirbêcanê sirîya xweda daye bawarkirinê, wekî dewekarîyên wan, yên hindava axa Ermenîstanê tunene. Bi xeberdana derheqa xebera “korîdor”, Elîyêv gotîye: “Gotina korîdor nade kifşê, wekî ew dixwezin dijî axa welatekî derkevin. Ew têrmîn ya navnetewîye”.

Elîyêv serda zêde kirîye, wekî merivên ku haj têrmînolocîya navneteweyî hene, wê usa negotana, çawa ku  serokwezîrê Ermenîstanê gotîye.

Serokwezîrê Ermenîstanê gotîye: “Ew hemû meriv, yên ku haj elametîya 9 ê mijdarêye sêalî hene, zanin, wekî nava vê elametîyêda tenê cîhekî xebera “korîdor” heye. Nava wê hemtêkstêda ew xeber dîyare û ew derheqa korîdora Laçînêdane, kîjanê ez diwekilînim û dibêjim, wekî li gorî elametîya sêalî ew korîdor gerekê bin kontrola Rûsîyayêdabe û gerekê pêwandîya di navbera Qerebagê û Ermenîstanêda bide çareserkirinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button