SerekeSîyasî

ŞAY nahêle ku kurd hukumata Sûrîyayêra pevkevin: wezîreta karên der

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî nahêle ku kurd hukumata Sûrîyayêra pevkevin. Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî karên der Mîxayîl Bogdanov berî hevdîtina li Astanayê gotîye.

“Bêguman, amêrîkî piştgirîyê didine cêrge organîzeyên kurda, yên ku li wir kanton saz kirine. Em dixwezin ku pirsgirêka kurda bi dîyalogê helkin. Feqet, mixabin, ez difikirim wekî amêrîkî nava wê yekêda hewaskar nînin û nahêlin ku  kurdên hevkarên wan dîyalogê tevî Damişqê pêk bînin”,-Bogdanov gotîye rojnamevana.

Li Qazaxstanê 20-21 ê hezîranê hevraxeberdanên bona helkirina pirsgirêka Sûrîyayê pêk tên. Bi wê yekêva tevayî pirsa normalkirina pêwandîyên di navbera Sûrîyayê û Tirkîyayêda tê gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button