
Piştî cêribandina serhildana neaçix li Moskvayê û qeza Moskvayê opêrasîyona dijî têrorîzmê hate sekinandinê. Serokbajarê Moskvayê Sêrgêy Sobyanîn elam kirîye, wekî sînorkirinên zêdekirî hatine betalkirinê.Jîyana li Rûsîyayê dîsa paşda vegerîyaye ser dereca herroje.Fikir û şirovekirinên cûre-cûre tên raberkirinê. Rojava lez nakeve fikirên xwe raberke. Moskva jî elam dike, wekî serhildana leşkerî û xwînrêtin hatîye pêşîgirtinê.
Sîyasîzanê ermenî Gûrgên Sîmonyan gotîye, wekî li Moskvayê hîvîya bûyarên usa nîbûn. Bi gotina wî, ew yek dikare pêşerojêda bona gavên wî cûreyî bibe hîm. Lê sîyasîzan ev bûyar çawa tiştê ne nêzîkî aqila hesab dike. Bi gotina sîyasîzan, Prîgojîn şexsê xwe kire bin qezîyayê.
Bi gotina Gûrgên Sîmonyan vê yekê da kifşê, wekî li Rûsîyayê pirsgirêkên ewlehkarîyê hene.
Hrant Mîkayêlyanê sîyasîzan jî daye dîyarkirinê, wekî ev hemû tişt encamê wê yekêne, wekî serokatîya Rûsîyayê qirar kiribû, ku “Vagnêr” ê bide bêsîlihkirinê, lê ew jî dijî wê yekê derketibûn.
Li Rojavayê difikirin, wekî ev hemû tişt ji alîyê Moskvayêda hatibû teşkîlkirinê û pêra jî fikir hatine elamkirinê, wekî sîlihên atomî dikarin bikevine destê Prîgojîn.







